PeyamaKurd - Îsraîlê li Mahşehrê, li parêzgeha Xuzistanê ya başûr-rojavayê Îranê, li kargeheke petrokimyayî xist.
Cîgirê Waliyê Xuzistanê Valîullah Heyatî diyar kir, "Di demên dawî de, Şîrketa Petrokimyayî ya Karun li Mahşehrê rastî êrîşa hewayî ya dijminê siyonîst hat. Beşek ji vê tesîsa pîşesaziyê ji ber guleyên ku lê ketin zerar dîtin."
Karbidestê Îranî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê, tu qurbanî an birîndar tune ne û da zanîn ku agahiyên berfireh ên derbarê asta zerarê û wendahiyên muhtemel de wê paşê werin weşandin.
Di daxuyaniyekê de artêşa Îsraîlê got ku "çend hedef" li kargeha petrokimyayî ya Mahşehrê hatine xistin.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê doh êvarê êrîşên moşekî li ser Tel Avîv û deverên din ên Îsraîlê kirin.
Artêşa Pasdaran êrîşan bi "binpêkirina agirbestê ji hêla Îsraîl û Dewletên Yekbûyî ve û êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser Lubnanê" ve girêda.