PeyamaKurd- Li Amerîkayê bi sedema belavbûna koronavîrusê hilbijartina pêş hat bipaşdexistin. Bûyerên koronavîrusê li seranserê Amerîkayê heya niha 1678 in û kesên ku mirine 41 kesin. Jimara eyaletên ku rewşa lezgîn li wan hat ragihandin gihaye 29an. Hilbijartina pêş ya ku dê di 4 ê nîsanê de bihata kirin hat paşdexistin
Li seranserê Amerîkayê ji 50 eyaletan di 46 ji wan de koronavîrusê hatiye dîtin û li 29 eyaletan halê lezgîn hatiye ragihandin. Eyaleta Louisiana, bi sedema belavbûna vîrusê yekem eyalete ku hilbijartina wê hatiye paşdexistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin