PeyamaKurd - Endamekî serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ragihand, rejîma Îranê bi çekên giran û tevî serbazgehên mezin hejmareke zêde ya pasdaran li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bicih kirine.
Berpirsê Dezgehê Fermangeha Pêşmerge ya PDKÎ Kawe Behramî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, Îranê hejmareke mezin a pasdaran tevî çekên giran li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine.
Behramî da zanîn ku Îran dixwaze bi wê yekê rê li ber her cure serhildaneke navxweyî yan tevgerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigire.
Behramî got ku di van rojan de Îranê serbazgehên mezin li Urmiye, Şino û Pîranşarê hatine bicîkirin û çekên giran û pêşketî jî anîne ser sînor.
Hêjayî gotinê ye ev liv û tevgera Îranê piştî daxuyaniyên Cîgirê Dûyem yê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Heme Nazîf Qadirî ku gotibû, partiyên Rojhilatê Kurdistanê dê siyaseteke hevbeş birêve bibin ku meydana xebata wan jî Rojhilatê Kurdistanê ye û ew naxwazin behaneyan bidin destê Îranê dku êrîşî ser Başûrê Kurdistanê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin