Kazimî û Merkel: “ISID hêjî tehdîde”

Kazimî û Merkel: “ISID hêjî tehdîde”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî û serokwezîra Almanya Angela Merkel li Berlînê hatin cem hev û her dû serokwezîr bo çapemeniyê ragihandin ku tehdîda İŞİD ê hêjî dewam dike û behsa pêdiviya têkoşîna li dijî wê kirin.

Angela Merkel ragihand ku Almanya Iraqê destek dike da bigihê aramiyê, ewlekariyê, aboriyeka baş û di mijara asayîşê de wê destekê bidin Iraqê. Merkel got ku İŞİD neqediyaye û têkoşîna pêre jî neqediyaye û weha got:

“İŞİD li herêmê û di derveyê herêmê de tehdîda wê dewam dike.”

Mustafa Kazimî di ragihandina xwe de got ku qedrê têkoşîna Almanya ya li dijî İŞİD ê û xebatên bo îstîqrara herêmê teqdîr dikin. Kazimî ragihand ku Almanya di avakirina Iraqê de, di têkoşîna li dijî İŞİD ê de destekê dide Iraqê û di mijara koçberên ku ji ser axa xwe bûne û di mijarên dinan de dixwaze bi Almanya re hevkariyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin