PeyamaKurd - Berdevkê Rêveberiya Navendî ya YNKê Letîf Nêrweyî eşkere kir ku di civîna dawî ya PDK û YNKê de lihevkirin çêbûye û dê rêkeftineke siyasî îmze bikin.
Letîf Nêrweyî ji K24ê re ragihandiye ku civîna dawî ya PDK û YNKê civîneke berhemdar bû û li ser wê yekê lihevkirina çêbûye rêkeftineke siyasî bê îmzekirin û berî civîna Parlemantoya Kurdistanê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya 18 vê mehê, careke din herdu partî li hev bicivin.
Letîf Nêrweyî li ser civîna îro 9ê Sibatê ya polîtburoya YNKê ku li Silêmaniyê birvê diçe jî got: “Di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de, civîna dahatî ya bi PDKê re tê guftûgokirin.”
Peyvdarê YNKê herwiha destnîşan kir ku divê YNK û PDK li ser pirsên navxweyî û derve yekdeng bin.
Berdevkê YNKê Seidî Ehemd Pîre piştî civîna 5ê mehê ya PDK û YNKê gotibû: “Me li hev kir ku di rojên bê de komîta nivîsandina projeyên siyasî dest bi kar bike û heta navîna hefteya dahatî de projeya siyasî û karê hevbeş amade bikin û dibin her du polîtburoyan de ji bo rêkeftin li ser bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin