“Em dikarin tecrubeyên demokrasiyê bi Amerîka re parve bikin”

“Em dikarin tecrubeyên demokrasiyê bi Amerîka re parve bikin”

PeyamaKurd – Serokkomarê Komara Afrîka Başûr Cyril Ramaphosa, di derbarê êrîşa ser kongra Amerîkayê de axifî û got ku mirov pê şoke dibe û weha got:

“Em weka Komara Afrîka Başûr em çawa bi aştiyane derbasî demokrasiyê bûn, em dikarin bi Amerîkayê re parve bikin.”

Ramaphosa, ragihand ku êrîşa ser kongreyê mirov di cîh de sar dike û weha dewam kir:

“Wexta min bihîst ku yek ji şirovekarekî got; gelek tişt hene ku Amerîka ji Afrîka Başûr û Nelson Mandela hîn bike, gelek kêfa min hat. Eger bixwazin ji dil tiştan ji me hîn bibin, em amade ne derbasbûna xwe ya aştiyane bo demokrasiyê bi Amerîka re parve bikin. Bûyer demokrasiya Amerîkayê hejand û divê li gor qaîde û qanûnan herkes tevbigere.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin