Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan, êsa Amerîkayê parve dike

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan, êsa Amerîkayê parve dike

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser rastlêhatina salvegera êrîşên 11ê Îlonê, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê.

Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera êrîşên 11ê Îlonê ku ji aliyê El Qaîdeyê ve li dijî Amerîkayê hatibû kirin û nêzîkî 3 hezar kes di van êrîşan de bûbûn qurbanî, peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku ew hevparê êşa Amerîkayê ne û got,

“Herêma Kurdistanê, ji ber salvegera 11ê Îlonê ya êrîşên terorî, êşa Amerîkayê parve dike. Terorîzm, wekî gefeke kûreyî dewam dike, ji bo ku em wê têk bibin, divê em bi hev re têbikoşin.”

Di 11ê Îlona sala 2001an de danê sibehê ji aliyê rêxistina El Qaîdeyê ve li dijî Amerîkayê êrîşeke pergalkirî hatibû kirin û di vê êrîşê de nêzîkî 3 hezar welatiyên Amerîkayê û kesên biyanî canên xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin