Miqdarê ûranyûma Îranê giha 370 kîloyî

Miqdarê ûranyûma Îranê giha 370 kîloyî

PeyamaKurd- Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî ragihand ku miqdarê ûranyûma dewlemendkirî ya di asta 4,5 an de gihaye 370 kîloyî. Kemalwendî ragihand ku ev miqdar dê bilez zêde bibe. Miqdarê ava giran jî dê derxin ser 130 tonî û divê mijarê de ti sînorekî tine ye.

Li gor peymana di navbera Îranê û 5 endamên konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî ku di sala 2015an de peymana nukşleerî îmze kiribûn û Îran karibû ûranyûmê di asta 3,67 de dewlemend bike û tenê dikare 300 kîlo ûranyûmê di destê xwe de bigre. Li gor peymanê Îran dikare miqdarê di ser 300 kîloyî de bifroşe bazara dinyayê û di şûna wê de ûranyûma xwezayî bikire.

Îran bo ava gran jî dikare 130 ton di destê xwe de bigre û miqdarê jê zêde divê derxe derveyê welat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin