Mesrûr Barzanî bi sefîrê Amerîkkayê yê li Iraqê re civiya

Mesrûr Barzanî bi sefîrê Amerîkkayê yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi sefîrê Amerîkayê yê li Iraqê, bi Matthew Tueller re civiya. Her dû alî li ser mijarên pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê û herêmê guftûgo kirin.

Her dû alî li ser rewşa aramiya Kurdistan û Iraqê, hukumeteka nû ku li Bexdayê ava bibe, ew hukumet li gor daxwazên xelkê be, hukumet temamên netewe, kêmnetewe û olan temsîl bike û pêwendiyên wê yên baş li gel herêma Kurdistanê hebin, tekez kirin. Divê pêwendiyên hukumeta nû li gel berjewendiyên hevbeş be û bi dewletên cîran û di qada navdewletî de bi civaka dinyayê re lihev be.

Girîngiya têkoşîna hevbeş ya li dijî DEAŞê û destekkirina hevpaymaniya navdewletî mijara wan ya hevbeş bû ku li serê hemfikir bûn û behsa girîngiya hevkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge li dijî DEAŞê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin