Zilma pasdaran ya ser kolberan kêm nabe

Zilma pasdaran ya ser kolberan kêm nabe

PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilat li bajarê Pîranşarê, di encama êrîşa pasdaran bo ser kolberan, kolberekî hat kuştin. Ragihandina kuştina kolber ji aliyê dezgeya mafên mirovan ya bi navê Hengaw de hat kirin.

Îro danê sibê li zozanê Gorrî Pitkê ya bajarê Pîranşarê, pasdaran êrîş kirin ser komeka kolberan û di encamê de kolberekî bi navê Wahîd Ehmedî kurê Ehmed Ehmedî hat kuştin û kolberek jî birîndar bû.

Navê kolberê birîndar nehatiye hînkirin lê temenê wî li dora 30 sal bûye û xwediyê 2 zarokan bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin