Mustafa Kazimî: “Girtina nûnertiyan û konsulxaneyan felakete”

Mustafa Kazimî: “Girtina nûnertiyan û konsulxaneyan felakete”

PeyamaKurd- Li gor ragihandina berdevkê hukumeta Iraqê; serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî gotiye li Iraqê girtina nûnertiyekî dewletekî biyanî an konsulxaneya dewletekî biyanî dikare bibe sedema felaketan. Berdevkê hukumetê Ahmed Mela Telal ragihand ku Iraq ne di bin îşxalê de ye û mayîna hêzên koalisyona navdewletî ya li dijî DEAŞ ê li Iraqê, biryara hukumetên berê ye.Telal ragihand ku Mustafa Kazimî red kiriye ku Iraq bibe seha şer ya di navbera Amerîka û Îranê de.

Berdevk ragihand ku Mustafa Kazimî gotiye girtina nûnertiyekî dewletekî biyanî an girtina konsulxaneyên biyanî dikare bibe sedema felakete û niha 19 wezîfedarên asayîşê bi sedema wezîfeya xwe ya li Bexdayê nekirine, hatine zîndanîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin