PeyamaKurd - Hat ragihandin ku muxtarê devera Heramat a li rojavayê Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat înfazkirin.
Rayedarekî Polîsê Nînowayê bi navê Şakir Ahmed ji medya Alman re ragihandiye ku muxtarê Herematê Mutez Caru Hesen ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kuştin.
Li aliyê din jî rayedarê polîsê Nînowayê ragihandiye ku li baruê rojavayê Mûsilê li navçeya Baduşê 4 DAIŞî hatine kuştin û li herêmên rojavayê Enbarê jî 4 DAIŞî bi saxî hatine destgîrkirin.
Di demên dawî de DAIŞ li Iraqê dest bi revandin û înfazkirinan kiriye ku tenê di çend mehên dawî de 9 muxtarên gundan hatine înfazkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin