Li Kusadasî 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin

Li Kusadasî 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Li Kuşadasi ya ser bi Aydina Tirkiyê ve 38 koçber ji aliyê tîmên Ewlekariya Peravên Tirkiyê ve hatin rizgarkirin, ku hewil didan derbasî ‎Yunanistanê bibin û belema wan ji ber şepolên deryayê hindik mabû ku noqav bibe.‎

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ragihandiye, şeva derbasbûyî hejmarek koçber ku hewil didan bi ‎awayekî neyasayî bi rêya deryayê sînor derbas bikin û xwe bigihînin Yunanistanê, ji xeniqînê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê, ji ber rewşa xirab a keş û hewayê û şepêlên bilind û bihêz ên avê, koçberên di nav wê belemê de ji ber metirsiya noqavbûna belema wan, ligel ‎navenda Bihawarveçûna Bilez ketibûne peywendiyê û daxwaza alîkariyê kiribûn.‎

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber şepêlên bilind û bihêz, av çûye nav belemê û ‎metirsiya niqûmbûnê hebûye, û ji ber wê yekê koçber ligel tîmên Ewlekariya Peravan dikevin têkiliyê û li ser wê esasê tîmên ewlekariya peravan digihin cihê bûyerê û her 38 koçberên di belemê de rizgar dikin.

Hatiye ragihandin, ku ji wan 38 kesên di belemê de, 35 kes koçberên Sûrî û 3 kes jî ‎Filistînî bûne.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê destnîşan kiriye, koçber bo bejayiyê hatine veguhestin û pişkinîna tendirûstî bo wan hatiye kirin, herwiha ‎Fermangeha Koç û Koçberan a Parêzgeha Aydinê xwarin û tiştên pêwîst dane wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin