PeyamaKurd – Yek ji stêrka Hollywoodê Sarah Jessica Parker ku 16ê îlona 2017an pirtûka ‘Seher’ a Selahattîn Demirtaş di destê wê de hatibû dîtin, hemû mafên yasayî yên pirtûka Demirtaş kirîn.
Nivîskarê Kurd Kanî Xulam di gotara xwe ya Jerusalem Postê de ragihand ku Sarah Jessica Parker hemû mafên pirtûka çîrokan a Demirtaş ‘Seher’ kirîne û got, “Ev ronîyek e ji bo siyasetmedarê Kurd ê girtî’
Xûlam dibêje, “Fobîya Serokomarê Tirkiyê Erdogan a giran, vê carê bûye sedem ku Demirtaş ji girtîgehê Seherê binivîse.”
Dê pirtûka Demirtaş a ‘Seher’ 23yê Nîsanê li Amerîkayê ji aliyê weşanxaneya Parker SJP fo Hogarth ve were belavkirin.
Kanî Xulam di nivîsa xwe de balê dikişîne ser ku dê belavkirina pirtûka Demirtaş bibe sedema windakirina milyon dolaran bo Tirkiyê û rewşa Demirtaş dişibîne, pirtûka nivîskar V.S. Naipaulê ku sala 2001ê xelata Nobelê wergirtibû.
Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê pirtûkeke din bi navê ‘Devran’ nivîsand ku 12ê Nîsanê hat weşandin.
Îhtimal heye Weşanxaneya SJP fo Hogarth a Jessica Parker mafên wê pirtûkê jî bikire û li Amerîkayê biweşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin