Parlamena Kurdistanê qûrbaniyên êzidî wekî sehîd nas dike

Parlamena Kurdistanê qûrbaniyên êzidî wekî sehîd nas dike

PeyamaKurd - Seroka Komîteya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di Parlamentoya Kurdistanê de Sewsen Gerdî ragihand ku Parlamento hemû hewlên xwe dide ji bo ku qurbaniyên jenosîda kurdên êzidî weke şehîd bên naskirin.

Li gorî nûçeya kdp.infoyê Sewsen Gerdî li ser mijarê wiha got:

“Biryar e vê hefteyê Komîteya Karûbarê Şehîdan ligel Wezareta Karûbarê Şehîdan a Herêma Kurdistanê derbarê pirsa mûçeyê şehîdan û mafên qurbaniyên jenosîda kurdên êzidî bicive û piştre her di rojên bê de em ê serdana Bexdayê jî bikin.”

Gerdî diyar kir: “Parlamentoya Kurdistanê lêkolînê ji bo pirsa hejmarkirina qurbaniyên jenosîda kurdên êzidî yên destê DAIŞê dike. Em lêkolînê dirûst dikin bi hemahengiya ligel wezaretê û aliyên peywendîdar, da ku ew qurbanî sûdmend bin di hemû maf û îmtiyazatên şehîdan.”

Rêxistina terorîst DAIŞê di Tîrmeha 2014an da êrîşî Şengalê kiribû û bi hezaran kurdên êzidî şehîd kiribûn û bi hezaran êzidî jî revandibûn. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin