PeyamaKurd- Nûnerê Swêdê li Parlamentoya Ewropayê Charlie Waimerz, ragihand ku êdî dem hatiye welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) balyozên Îranê derxin.
Waimerz, li ser hesabê xwe yê Xê got, xelkê Îranê li hember deshilata tepeserker a zilimkar radiweste û dema vê hatiye ku Yekîtiya Ewropa li aliyê rast ê dîrokê cihê xwe bigre.
Nûnerê Swêdê, herwiha di peyama xwe de daxwaza qutkirina pêwendiyên dîplomatîk a welatên Ewropayê digel rejîma Îranê kir û diyar kir, hewcehiya xelkê Îranê bi înterneta azad heye û divê YE piştevaniya xelkê Îranê bike.
Herwiha daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku balyozên rejîma Îranê ji welatên Ewropayê derxin.