Li Şingalê bêkarî gihîştiye asta metirsîdar: Ciwan neçarî leşkerîyê û koçberiyê dibin

Dîroka Weşanê :
Li Şingalê bêkarî gihîştiye asta metirsîdar: Ciwan neçarî leşkerîyê û koçberiyê dibin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku krîza bêkariyê li devera Şingal ya derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar û bandoreke kûr li ser ewlehî û pêkhateya civakî ya navçeyê dike.

Li gorî amaran, rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de gihîştiye %65an û di nav jinan de ev rêje derketiye ser %75an. Xelkê Şingalê ji ber nebûna derfetên kar û têrnekirina dahata wan a mehane neçar in ji bo karkeriya rojane berê xwe bidin bajarên Herêma Kurdistanê an jî bifikirin ku koçî derveyî welat bikin. Hişkesalî, kêmavî û nebûna piştgiriya hikûmeta Iraqê ya ji bo sektora çandiniyê, binesaziya aborî ya herêmê bi temamî lawaz kiriye.

Pispor û nûnerên rêxistinên civakî hişyariyê didin ku ev krîz dibe sedema "Leşkerîkirina civakê", ji ber ku ciwan wekî tekane çavkaniya debarê neçar dimînin tevlî komên çekdar bibin.

Xelkê deverê dibêje; ger çareseriyeke lezgîn neyê dîtin, dê Şingal ji ciwanan vala bibe; herwiha zêdebûna rêjeya xwekuştin û berdanê wekî encamên rasterast ên vê xizaniyê têne nirxandin.