PeyamaKurd – Piştî ragihandina rêkeftina navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge, Fermandarê Pêşmerge li Şengalê Qasim Şeşo, kêfxweşiya xwe bi nûçeya nêzîkbûna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê anî ziman û got, çavê wan li riya hatine Pêşmerge bo Şengalê ye.
Qasim Şeşo ji K24ê re daye xuyakirin, Çîyayê Şengalê bi hebûna ala ya Kurdistanê ve bedew û şeng e, lew me gotiye û dibêjin, çîyayê Şengalê ti hêzekê ji bilî hêza Pêşmerge qebûl nake, lewra Şingal şûna Pêşemerge ye.
Şeşo got, li Fermandeya Şengal 4 hezar Pêşmerge hene û li jêr fermana Wezareta Pêşmerge kar dikin û erkên xwe bicih dikin, lew bi hebûna wan bi sedan xwebexş dikarin parêzvanîyê li seranserê Şengalê bikin.
Artêşa Iraqê û Pêşmerge li hemberî DAIŞÊ gihîştin rêkeftinê
Piştî rêkeftina bi Pêşmerge re sererkanê Iraqê serdana Kerkûkê kir
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin