PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser nûçeyên ceribandina S-400ên rûsî û bertekên Amerîkayê got, ew destûrê ji Amerîkayê nastînin û helwesta Washingtonê ji bo wan ne girîng e.
Recep Tayyip Erdogan piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re daye xuyakirin: “Zanyariyên li ser ceribandina S-400an rast in, helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê ji bo me ne girîng e, em ji wan destûrê jî nastînin.”
Erdogan got: “Yunanistan xwedî sîstema S-300 a Rûsî ye û bi kar jî tîne. Gelo Amerîka li ser vê, ji aliyê Yunanistanê pirsî? Na.”
Erdogan guhê xwe ji cezayên Amerîkayê û daxuyaniyên tund re girt û diyar kir ku ew dê ceribandina S-400 û cureyên din ên çekan berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin