Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû

Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên Îlam û Kirmanşanê erdhejeke bi pileya 5.2 ya Richterê rû da.

Li gor ragihandina Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê, erdhej îro demek berê li demjimêr 14:17 bi dema Îranê li bajarê Îlam û Kirmanşanê bi tundiya 5.2 pileya Richterê rû daye û torên telefon û înternetê li Îlamê qut bûne.

Dîsa li gor zanyariyan ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê, balafirxaneyên Îlam û Loristanê hatine girtin û li Loristanê jî rewşa awarte hatiye ragihandin.

Herwiha ji ber barîna zêde ya berfê jî riya 150 gundên parêzgeha Sinê hatine girtin.

Derbarê ziyanên erdhejê de hîn agahiyên zêdetir nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin