PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê de, li ser pirseka rojnamevanekî Kurd ku jê pirsê kir, Trump got; “Birêz Kurd” herkesî şaş kir.
Rojnamevan Rehîm Raşidî dema ji ciyê xwe rabû û xwest pirsa xwe ji serokê Amerîkayê bike, serokê Amerîkayê Trump jê re bi gotina “Belê, Keremke Kurd” xîtab kir, herkes şaş ma û li ser vê xîtabê Raşidî weha got:
“ Ez serbilindim ku serokê Amerîkayê bi nasnameya min xîtabî min kir. Daîma Kurd nayên dîtin û bi wê sedemê bi danasîna nasnameya Kurd em serbilindin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin