PeyamaKurd- Li bakûrê welatê Hindistanê firtûna qûmê rabû û herêmê xiste bin bandora xwe. Di encamê de 74 kes mirin.
Li gor ragihandina BBC yê bobelata qûmê do li eyaletên Racastane û Uttar Pradeşê rabû û li gelek deverên dinan bandora xwe nîşan da. Bêhtir jî li deverên Alwarê, Baharatpûr û Dholpûrê.
Di bobelatê de xanî hilweşiyan, dar ji koka xwe rabûn û her der ser û binê hev bû. Heywanên di axuran de telef bûn.
Serokwezîrê Racastanê Vasûndhara Raje ragihand ku tîmên alîkariyê û rizgarkirinê şandine deveran. Di van demên salê de gelek caran bobelatên qûmê li Hindistanê çêdibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin