Silêmaniye | Welatiyekî ji ber nexwesiya Kivarka Res can da

Silêmaniye | Welatiyekî ji ber nexwesiya Kivarka Res can da

PeyamaKurd Li bajarê Silêmaniyê welatiyekî ji ber nexweşiya Kivarka Reş can da.

Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Rizgar diyar kiriye: “Em nûçeya mirina kesekî li Silêmaniyê bi nexweşiya Kivarka Reş piştrast dikin, ev nexweşî asayî ye û li cîhanê heye, bi taybetî li ser kesên ku temenê wan mezin e û bergiriya laşê wan kêm e, îhtimala pêketina bi vê nexweşiyê zêdetir e.”

Dr. Rizgar Elî daye zanîn: “Ev nexweşî dema ku rojane bi sedan kes pêkevin, wê çaxê weke nexweşiyeke neasayî dê were dîtin.”

Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê eşkere kiriye: “Kivarka Reş, weke her nexweşiyeke din li hemû cîhanê, mîna nexweşiyên AIDS, Kolera, Enflonza asayî tê dîtin û ti pêwendiya wê bi Koronayê tune.”

Dr. Rizgar Elî herwiha destnîşan kiriye; nexweşê ku îro li Silêmaniyê bi Kivarka Reş can da, temenê wî 73 sal bû û nexweşiya wî ya şekir jî hebû.

Herwiha diyar kiriye, ku ev nexweşî cihê metirsiyê nîne û ji mirovan derbasî mirovên din nabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin