Tenduristiya Kerkûkê: Nexwesiya Kivarka Res bi fermî nehatiye tomarkirin

Tenduristiya Kerkûkê: Nexwesiya Kivarka Res bi fermî nehatiye tomarkirin

PeyamaKurd – Fermangeha Tenduristiya Kerkûkê diyar kir, ti haleteka nexweşiya Kivarka Reş li Kerkûkê nehatiye tomarkirin.

Piştî nûçeya ku li Kerkûkê 4 kes bi nexweşiya Kivarka Reş ketine, Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Saman Yabe daye zanîn, çend kes hene guman tê kirin bi nexweşiya Kivarka Reş ketibin, lê ji ber ku em nikarin tehlîlên pêwîst bikin û piştrast bin, loma mirov nikare bêje ew kes bi wê nexweşiyê ketine.

Dr. Saman Yaber herwiha destnîşan kiriye, ji ber wê jî ew nexweşî bi fermî nehatiye tomarkirin.

Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê eşkere kiriye, ji xwe nexweşiya Kivarka Reş berê jî hebû û dermanê wê jî heye. Ew nexweşî ji mirov derbasî mirov nabe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin