Ciwanên Mûsilî daketin kolanan: Em dê soresê bikin!

Ciwanên Mûsilî daketin kolanan: Em dê soresê bikin!

PeyamaKurd – Li parêzgeha Mûsilê çend roj berê di encama noqavbûna ferîbotekê da zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest dabî. Piştî vê karesatê bi dehan ciwanên bihêrs daketin kolanan û çalakîyek li dar xistin.

Mezintirîn duyemîn bajarê Îraqê, Mûsil a ku di nîveka sala 2014an da ketibû destê rêxistina terorî DAIŞê û piştî 3 salan hatibû rizgarkirin, niha weke xirbeyekî ye û bi gelek pirsgirêkan bingehîn ra rû bi rû ye.

Mûsilîyan ji ber ku li bajêr kar û barên binesazîyê nehatine destpêkirin û gelek pirsgirêk hêj nehatine çareserkirin bertek nîşan dan..

Komek ciwanên musilî bang li rayedaran kirin ku van pirsgirêkan çareser bikin, naxwa ew dê şoreşekê pêk bînin û dibêjin divê pirsgirêk ne bi destê ‘yextîyar’an bes bi destê ‘ciwan’an bihên çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin