Peykerê ‘Dayika Enfalê’ hat danîn

Peykerê ‘Dayika Enfalê’ hat danîn

PeyamaKurd - Hunermenda peykertiraş Asos Ehmed Qadir peykerek li ser mijara dayikeke ku dema enfalê kurê wê hatiye enfalkirin û hê jî bendewarê kurê xwe ye, Peykerê Dayika Enfalê çêkir.

Peykertraşê Kurd ji BasNewsê re gotiye, ew nêzî salekê li ser wî peykerî xebitîye û navê peyker jî ‘Dayika Enfalê’ ye ku li ser mijara dayikeke kurê wê hatiye efanlkirin û hê jî li benda kurê xwe ye hatiye çêkirin.

Peykerê Dayika Enfalê li nehiya Rizgarî ya Kelarê hatiye danîn û îro 23yê Tîrmehê perde ji ser hatiye rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin