Naftogaz dest danî ser hebûnên Gazpromê

Naftogaz dest danî ser hebûnên Gazpromê

PeyamaKurd- Di çarçoveya biryara Dadgeha Navdewletî ya Stokholmê, şîrketa Ûkayna Naftogaz dest danî ser malên Gazproma Rûsyayê. Dadgeh got eger biryar nê bicîhanîn, wê karibe xalên cezaî bikarbîne.

Dadgeh biryarê da ku dest deynin ser malên Gazpromê yên li Brîtanya û Gallerê. Naftogaz ragihand ku biryar ji aliyê Dadgeha Navdewletî ya Stokholmê de hatiye dayîn.

Dadgeha Stokholmê ya Navdewletî, çendeyek berê biryarê di leha şîrketa Ûkraynayî ya bi navê Naftogazê de dabû. Bi sedema ku şîrketa Rûsya Gazprom berpirsiyariya xwe ya sewqiyatê bicîh neaniye, biryarê dabû ku 2.56 mîlyar dolar pere bide Naftogazê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin