PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte di derbarê roxandina rejîma Sûriyê de, li ser tewrê berê yê Îran û Rûsyayê got:
“Rûsya û Îran destekvanê bingehîn yên rejîma Beşar Esad bûn û berpirsiyariya sûcên li hemberê xelkê Sûriyê hatine kirin, di stûyê wan de ye.”
Rutte daxwaz kir ku bi aştiyane desthilata Sûriyê biguhere û desthilat bi aştiyane pêvajoyekî siyasî ya berfireh bide destpêkirin. Rutte, got ku pêvajoya niha ji bo xelkê Sûriyê û herêmê ciyê dilxweşiyê ye lê rewş niha nezelale.
Rutte balê kişand ser berpirsiyariya grûbên desthilat û got ku divê grûb rêz li hûqûqa navdewletî bigrin, berpirsiyariya parastina sîvîlan bikin û ji bo cudayiyên dînî rêz bigrin.
Rutte ragihand ku dema karê Îran û Rûsyayê bi Beşar esad nema, terka wî kirin. Pêvajoya aştiyane ya Sûriyê ne tenê mijara herêmêye lê mijara kureyiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin