PeyamaKurd – NATO di çarçova misyona xwe ya li Iraqê (NMI) de, temamê xebatkarên xwe bir Ewrûpayê. Wê NATO, xebatên xwe ji bajarê Napoliyê ji Fermandariya Hêzên Hevpar bimeşîne.
NATO di mijarê de daxwuyaniya xwe bi nivîskî da û got ku bi hesên îro, temamê xebatkarên NMIyê, ji Iraqê derketine. Di daxwuyaniyê de fermandarê payebilind yê hêzên hevpar yê Ewrûpayê Orgeneral Alexus Grynkewich got:
“Ez sipasiya komara Iraqê û hevkaran dikim ku destekê dan me ku hêzên me bi awayekî bi ewle ji Iraqê hatine tehliyekirin.”
Hêzên NATO yên NMIyê, wezîfa wan yê şer nîne û destekê dida hêzên Iraqê da karibe karên xwe yên ewelehiyê baştir bimeşîne û dezgeyên xwe ava bike.
Misyon, dixebitî da Iraq karibe ewlehiya xwe bimeşîne, bi terorê re têbikoşe û nehêlê car din DEAŞ biveje.