PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku êrîşa li Duhokê ya ser mala wî, meseleyekî taybet nîne lê ji bo ewlehiya temamê Iraqê hewlekî talûkeye.
Barzanî got ku divê rêvebiriya Bexdayê li hemberê grûbên nerewa yên Iraqê gav bavêje û ji wan re sînorekî deyne. Barzanî got:
“Pêwiste hukumeta Bexdayê ya federal ew grûbên ku di rêyên nerewa de mafê xwe dibînin ku êrîşê dezgeyên dewletê bikin, divê li ser wan baş rawestin.”
Barzanî got ku peyam û telefonên ji welat û derveyê welat ji bo wî çavkaniyekî enerjiyêne û weha dewam kir:
“Weka gelek caran ez dibêjim, destek ji bo me çavkaniya dayîna hêzê ye. Destek ji Erbil, Duhok, Suleymaniye, Germiyan û Zaho ji temamê xelkê Kurdistanê hat. Ev destek ciyê serbilindiyêye û sipasiya temaman dikim.
Di rêya Rûdawê de, di van demên dawiyê de ji bo ew kesên şehîd ketine ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim, bo birîndaran şîfayê dixwazim….Ev ji bo temamê Iraqê talûkeye, ne meselekî şexsiye. Bifikirin ew grûbên ku ji qanûnan dertên derve, ciyê ku serokê Kurdistanê lê ye dike hedef û wî mafê xwe dibînin. Li vê derê, hedef ne tenê kesekiye, meqamê serokatiya Herêma Kurdistanê ye ku di destûrê de ciyê wê yê fermî heye.
Vê sibê çawa agahiyê sitend, rêzdar serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî geriya, endîşa xwe got û êrîşê şermezar kir. Ez sipasiya wî dikim.
Rûdanên dibin, nîşanî me didin ku hukumeta federal ya Iraqê divê car din baş bifikire ku ew grûbên neqanûnî ku rêya xwe dibînin êrîşê dezgeyên dewletê bikin, divê baş bifikirin, li dijî wan grûban bikevin nav tevgerê.
Şukir ji Xwedê re di êrîşê de kes zerarê nedît. Xerabûna xaniyekî dema em bi birîndarbûna Pêşmergeyekî an bi rêtina xwîna şehîdekî re qiyasê dikin, ti qiymeta wê nîne. Pir başe ku di wê wextê de wezîfedarên ku karên paqijiyê dikirin ne li wê derê bûn.
Ji Zaxoyê heya Xaniqînê sipasiya temamê xelkê Kurdistanê dikim ku destekê dane me.”