Marmara Pharmaceutical Journal: Me 362 hezar kg derman avête ser sergo

Marmara Pharmaceutical Journal: Me 362 hezar kg derman avête ser sergo

PeyamaKurd- Di kovara Marmara Pharmaceutical Journal de xebateka lêkolînî ya di derbarê “Hawirdorî û ji Aliyê Tenduristiya Mirovî de Dermanên Tên Avêtin” hatbelavkirin. Lê encama rêjeyên xebatê ecêb û balkêşe.

Li Tirkiyê dermanên ku nayên bikaranîn û tên avêtin,di nava 5 salan de 362 ton e.Ji van dermanan %29 tarîxa bikaranîna wan derbas nebûye û %45 ê wan hêj qutiyên wan venebûne. Di lêkolînê de tê ragihandin ku di sala 2012an de 22 hezar û 500 kg, di 2013’te 22 hezar û 110 kg, di sala 2014’te 50 hezar û 240 kg, di sala 2015 de 67 hezar û 80 kg, di sala 2016 de 85 hezar 880 kg derman ku ku hêj wexta wan derbas nebû bû an hêj qutiyên wan venebûbûn avêtine ser sergo.

Di lêkolînê de tê gotin ku ew dermanên avêtî zerarê dide mêzêna xwezayê û ji aliyê aboriyê de xesareka mezin e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin