Fermandarê Zêrevanî û 2 Pêsmerge birîndar bûn

Fermandarê Zêrevanî û 2 Pêsmerge birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat zanîn ku di dema perwerde û rahênanê de fermandarekî Pêşmergeyê Zêrevanî û du Pêşmergeyên ligel wî birîndar bûne.

Fermandarê Fewc li Fermandariya Lîwaya 3 ya Komandoyên Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Îskender Gerdî îro 9ê Gulanê dema rahênan û perwerdeya leşkerî di encama teqîna hewanekê de birîndar bû.

Du Pêşmergeyên ligel Îskender Gerdî jî bi sivikî birîndar bûn û ew jî li nexweşxaneyê têne tedawîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin