PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongresa Amerîkî Îbrahîm Hemede di pêwendiyeke telefonî de li ser pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn axivîn.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, aliyan li ser bandora pêşketinên li herêmê, bi taybetî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, nêrînên xwe parve kirin.
Di axaftinê de girîngiya piştgiriya berdewam a Kongreya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cûda de hate tekezkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rola Herêma Kurdistanê di parastina aştî û aramiyê de, rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên bi welatên cîran re û berjewendiyên hevbeş di nav mijarên ku hatine nîqaşkirin de bûn.