PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, bi şandeyeke payebilind a leşkerî û ewlehiyê re serdana Çiyayê Hermonê yê li başûrê Sûriyeyê kir.
Netanyahû li vir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku heta "rêkeftineke ewlehiyê ya misoger" neyê kirin, Îsraîl dê ji vê xala stratejîk venekişe.
Di serdanê de Wezîrê Parastinê û serokê Şîn Betê jî amade bûn.
Netanyahû diyar kir ku hebûna wan a li herêmên Quneytra û Derayê berdewam e û kontrola wan li ser gundewarê Şamê berfireh dibe.
Ev daxuyaniya Netanyahû piştî hevdîtinên li Parîsê yên bi rayedarên nû yên Şamê re hat, ku nîşan dide Îsraîl di mijara ewlehiya sînorên xwe de tu tawîzan nade.