PeyamaKurd – Piştî xwepêşandanên berfireh ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber krîza aborî û hilweşîna nirxê tûmen dest pê kirine, rayedarên payebilind ên Îsraîlê daxuyaniyên piştgiriyê dan gelê Îranê û dawiya rejîmê ragihandin.
Wezîrê Karûbarên Cihûyan ê Îsraîlê, Amîchaî Chîklî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke tund weşand û rasterast Rêberê Komara Îslamî Eliyê Xameneyî hedef girt. Chîklî got:
Xameneyî, rejîma te bi dawî bûye. Ey gelê wêrek ê Îranê, vê derfetê bikar bînin; em bi we re ne."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû jî di hevpeyvînekê de ligel kanala Newsmaxê nerîna xwe ya li ser rewşa dawî parve kir. Netanyahû destnîşan kir ku her guhertineke gengaz a li Îranê dê ji aliyê gel ve û "ji hundir ve" pêk were.
Netanyahû diyar kir ku ew êş û azarên gelê Îranê fêm dikin û wiha axivî:
Koka vê krîzê tepeserkirina gel û dayîna pêşîniyê ji bernameyên leşkerî re ye. Rejîma Îranê, li şûna ku asta jiyana welatiyên xwe baştir bike, çavkaniyên darayî yên welat ji bo bernameya nukleerî û piştgiriya milîsên xwe yên li herêmê xerc dike."
Daxuyaniyên rayedarên Îsraîlî di demekê de tên ku li bajarên wekî Tehran, Îsfehan û Kirmaşanê li dijî enflasyon û giranbûna bihayê kelupelan xwepêşandanên girseyî berdewam dikin. Piştî van nerazîbûnan, nirxê rîyalê Îranî li hember dolarê Amerîkî gihîştiye asta herî nizm a dîrokî.
Li gorî Netanyahû, rejîma Îranê "gelekî jêhatî û xwedî dîrokeke kevnar" dîl girtiye û ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî jiyana mîlyonan welatiyan kiriye qurban.