PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi boneya serê sala nû ya mîladî ya 2026an peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Baregeha Barzanî, peyama Serok Barzanî li ser hesabên medya civakî belav kir.
Serok Barzanî got: "Bi boneya sersala nû, ez pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, pêkhateyên olî û neteweyî û hemû xelkê xoşewîst ê Kurdistanê dikim.
Ez hêvîdar im sala nû, bibe sala xêr, xweşî û bextewariyê ji bo Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê.”