PeyamaKurd- Şêwekara Kurd a Êzidî Heyat Murad, di lîsteya navdar a "100 rûyên herî bedew ên cîhanê" ya sala 2025an de ku ji aliyê saziya navneteweyî TC Candler ve tê amadekirin, di rêza 58an de cih girt.
Heyat Murad bi vê serkeftinê bû yekemîn jina Êzidî ku dikeve nav vê lîsteya bi rûmet. Di lîsteyê de ligel Heyatê, stêrkên cîhanî yên wekî Dua Lipa û Rachel Zegler jî hene.
Çawa hate hilbijartin?
Pêvajoya hilbijartinê ne bi serlêdanê, lê belê bi rêya dengên xelkê yên li ser torên civakî û nirxandina rexnegirên serbixwe pêk tê. Di hilbijartinê de pîvanên wekî bedewiya xwezayî, karîzma, bandora çandî û kesayetiya xurt wekî xalên sereke têne girtin. Ev lîste ji sala 1990î ve her sal tê weşandin û di asta navneteweyî de wekî lîsteyeke pir bêalî û bi bandor tê qebûlkirin.
Heyat Murad kî ye?
Heyat Murad a xelka Şingalê ku berê beşdarî pêşbirka "Şahciwanya Îraqê" jî bûbû, diyar kir ku ev pileyê ji bo wê şanaziyeke mezin e. Heyatê destnîşan kir ku ev serkeftin peyamek e ku nîşan dide jina Êzidî dikare di astên herî bilind ên cîhanê de serkeftî bibe û bibe xwedî bandor.