PeyamaKurd – Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Entabê, daxwaza Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk a ji bo rawestandina biryara qeyûm bi yekcarî red kir.
Ahmet Turk li dijî tayînkirina qeyûm a di 4ê Mijdara 2024an de doz vekiribû. Dadgeha 1emîn a Îdareyê ya Mêrdînê, cezayê "Doza Kobanî" hincet nîşan dabû û di 17ê Mijdara 2025an de doz red kiribû.
Parêzerên Turk biryar birin Dadgeha Bilind a Entabê, lê li wir jî daxwaza rawestandina qeyûm di 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an de hate redkirin. Dadgehê bi yekdengî biryar da ku mercên qanûnî ji bo betalkirina qeyûm pêk nehatine û bi vê yekê pêvajoya hiqûqî ya li dijî qeyûmê Mêrdînê bê encam ma.