PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu di babeta coronavîrusê de agahiyan da û got ku dibe bi deh hezaran kes ji vîrusê bimrin. Netenyahu bo tv ya Kanal 12 ê axifî û got:
“Kes nizane wê vîrus heya ku derê here. Wezareta saxlemiyê di rojên pêşiya me de dikare bo 20 hezar kesî testan bike. Di demên pêşiya me de, ew kesên ku niha nexweşin, dibe ji nav wan %2 heya %4 kes bimrin.”
Netenyahu di dewama axaftina xwe de got ku halê Îsraîlê ji gelek dewletan baştire ji ber ku sînorên xwe zû girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin