PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, derbarê agirbesta 10 rojî ya bi Libnanê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku tevî destpêkirina vê pêvajoyê, "rêya aştiyê hîn gelekî dirêj e."
Netanyahû bal kişand ser wê yekê ku piştî 43 salan cara yekem e nûnerên Îsraîl û Libnanê rasterast dicivin û got: "Destekî me çek girtiye û yê din jî ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin."
Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir ku wan li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump şans daye çareseriya dîplomatîk, lê tekez kir ku armanca wan a sereke ya "tasfiyekirina Hizbullahê" hîn bi temamî pêk nehatiye.