Netanyahu, spasiya wî welatî kir

Netanyahu, spasiya wî welatî kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê hat dayîn, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser çareserkirina hin pirsgirêkên dîplomatîk, spasiya hikûmeta Erebîstana Siûdî kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Netanyahu li ser pêwendiya navbera Erebîstana Siûdî û Îsraîlê got ku “Ew helwesta germ a rayedarên Siûdî, li hember rêwiyên Îsraîlî yên ku balafira wan di tengasiyê de bû û neçar man ku bi awayekî lezgîn li Cîddeyê dakevin, hêjayî teqdîrê ye.”

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina rêwiyan a ji bo welatê xwe nîşan da û got, “Ez têkiliyên cîrantiyê yên baş, gelek bi nirx dibînim.”

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku balafira kompaniya Air Seychelles a ku bi 128 rêwiyên Îsraîlî ji Seyşelê diçû Ti Evîvê, duh bi şev ji ber pirsgirêkên teknîkî li bajarê Cîddeya Erebîstana Siûdî bi zorê daket.

Rêwiyên Îsraîlî yên ku şeva xwe di otêlekê de li Balafirgeha Cîddeyê derbas kir, îro bi balafireke din a ku ji aliyê kompaniya asîmanî ve hatibû veqetandin, ji Cîddeyê ber bi Til Evîvê ve çûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin