PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû got: “Polonyayî bi Naziyan re hevkarî kirin” û ev gotin bû sedema xerabûna têkiliyên Varşova û Tel Avîv e.
Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda û serokwezîr Mateusz Morawiecki di ser hesabên xwe yên twitterê de peyaman belavkirin û bertek bo peyama Netenyahû nîşan dan. Duda, li ser civîna ku dê di 18-19ê sibatê de li Îsraîlê çêbibe ku wê Çekya, Slovakya û Macaristan weka grûba Vişegrad tevli bibin got:
“Eger peyama Netenyahû weka ya ku ketiye ser çapemeniyê be, Îsraîl bo grûba Vişegradê nabe ciyê civînê.”
Serokwezîr Moraweicki jî ragihand ku Polonya di nava qurbaniyên Naziyan de bû û di dema şerê cîhanî yê duyem de 6 mîlyon Polonî hatin kuştin ku di nava wan de hemwelatiyên Polonî yên Yahûdî hebûn.
Li gor rojnama Îsraîlê ya bi navê Haaretzê peyama Netenyahû şaş hatiye fêmkirin û di vê mijarê de beyanekî şandine bo hukumeta Polonyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin