PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên New York Times û The Timesê, rejîma Îranê ji ber xwepêşandanên berfireh ya li Rojhilatê Kurdistanê û derên din ên Îranê û krîza aborî ketiye rewşeke awarte. Tê îdiakirin ku rayedarên payebilind ên Tehranê ji ber zextên navxweyî û gefên Amerîkayê bêhêvî mane û senaryoya reva Rêberê Olî Ayetullah Elî Xamineyî ya ber bi Moskowê ve dinirxînin.
Xwepêşandanên ku bi sedema hilweşîna nirxê rîyal û bihayê giran dest pê kirin, li Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên belav bûne. Li gorî raporên mafên mirovan, heta niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî hezar kesî jî hatine girtin. Serokkomar Mesûd Pizuşkiyan banga guhdarîkirina daxwazên gel dike, lê Xamineyî daxwaza tedbîrên tundtir ên li dijî çalakvanan dike.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger rejîm tundûtûjiyê zêde bike, ew ê bi awayekî leşkerî bersiveke giran bidinê.