PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî New York Times ragihand ku rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peyameke rasterast û hişyarker gihandine hikûmeta Iraqê.
Di peyamê de hat destnîşankirin ku heger milîsên Şîe yên li Iraqê êrîşî baregeh an leşkerên Amerîkî bikin, Washington dê bi awayekî tund bersivê bide.
Li gorî raportê, ev zextên li ser Iraqê di demekê de ne ku Serok Donald Trump raporên îstîxbaratê wergirtine ku nîşan didin desthilatdariya Îranê ji şoreşa 1979an vir ve di xala xwe ya herî qels de ye.
Li aliyê din, komên çekdar ên di nav "Eniya Berxwedanê" de li Iraqê ragihandin ku ew ê li kêleka Tehranê tev li şer bibin. Sekreterê Giştî yê Lîwayên Hizbullahê, Ehmed Hemîdawî, hişyarî da ku dijmin dê "tama tal a mirinê" tam bikin, û Rêxistina Bedir jî diyar kir ku di vê rewşê de cîh ji bo bêalîbûnê tune ye.