Nexwesiya Trump bandorek mezin li bazara cîhanê kir

Nexwesiya Trump bandorek mezin li bazara cîhanê kir

PeyamaKurd – Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi vîrûsa Koronayê ket, bandorek mezin li bazarên cîhanê bû.

Bihayê petrolê, piştî pêketina vîrusa Koronayê ya Trump, di kêliyên dawî yên girtina bazaran di roja înê de, ji sedî 4 daket.

Di derbarê vê de Damezrînerê Kompaniya "Again Capital" John Kilduff  diyar kir: “Hefteyeke tund bû bo bazarên cîhanê. Nexweşiya Trump jî bazar hejandin. Vîrûsa Koronayê bandora herî zêde li ser bazara petrolê kiriye"

Nirxê petrola Brent, roja înê 1 dolar û 60 sent ji bihayê xwe ji dest da û her bermîlek bi 39 dolar û 27 sentan hate girtin.

Nirxê petrola sivik a Teksasê jî bo 37 dolar û 5 sentan daket. Her du bihayên petrola Brent û Teksasê jî, ji sedî 7 û ji sedî 8 di hefteya borî de daketin.

Ji aliyekî din ve, amarên girêdayî bazara kar a Amerîkayê belav bûn. Di meha 9an de, tenê kar ketiye destê 661 hezar Amerîkiyan, ku li gor meha 8an daketineke zêde li xwe girtibû.

Ev hemû tişt bûne sedema hilweşîna bazarên cîhanê di dawiya hefteya borî de.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin