PeyamaKurd – Li Yemenê li nêzî Tengava Babulmendebê li ciyê bazarekî qelebalix teqînekî çêbû. Hukumata Yemenê ji teqînê Hûsiyan berpirs digre lê medya Hûsiyan jî dibêje ku artêşa Erebistana Sa’ûdiyê êrîşên hewayî kirine û lewra teqîn çêbûye.
Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe û medya serbixwe jî heya niha ti agahî belav nekiriye.
Teqîn di 21ê Êlûna 2026an de, li Başûrê Rojavayê Yemenê li bajarê Lahicê, li nêzî Tengava Babulmendebê, li devera Ras el-Arahê, li ber komplexa bazirganiya Babulmendebê, di seha bazara xelkê de qewimî.
Wezareta mafên mirovan ya hukumeta Yemenê ragihand ku bi yek seet navberê, bi 2 fuzeyên balîstîk li sehayê xistine, hinek sîvîl birîndar bûne, di kargeh û alavan de xesar çêbûye. Lê jimara birîndaran negot.