Nicolas Maduro li New Yorkê derdikeve pêşberî dadgehê

Dîroka Weşanê :
Nicolas Maduro li New Yorkê derdikeve pêşberî dadgehê

PeyamaKurd- Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro yê ji desthilatê hatiye xistin û hevjîna wî Cilia Flores, piştî ku roja şemiyê di operasyoneke Amerîkayê de hatin girtin, îro 5ê Çileyê ji bo darizandinê birin Dadgeha Federal a Herêma Başûr a New Yorkê li Manhattanê.

Maduro û hevjîna wî bi kelepçekirî û di bin parastina tund a tîmên çekdar de, bi wesayîtên zirhî û helîkopteran ji Navenda Binçavkirinê ya Metropolitan a Brooklynê hatin veguhastin. Hat dîtin ku di dema veguhastinê de Maduro dikuliya.

Tê payîn ku Maduro îro saet 20:00an (bi dema Kurdistanê) derkeve pêşberî dadwer da ku bersiva dozên li ser wî bidê.

Li gorî îdianameya ku hatiye amadekirin, serokê Venezuelayê bi tawanên giran ên wekî "bazirganiya madeyên hişbir" û "bi qaçaxî girtina çekan" tê tawanbarkirin. Ev rûniştina dadgehê piştî operasyoneke neçaverêkirî ya hêzên Amerîkî pêk tê ku bûye sedema rojeveke germ di qada navdewletî de.