Nîqasa Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê berdewam e

Nîqasa Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê berdewam e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li ser daxuyaniya Konseya Ewropayê got: "Heke Konseya Ewropayê li karê xwe binêre dê baş be. Ne ew, dê Tirkiye hilbijartinê bike.

Yildirim piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

 Yildirim der barê pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê got, "Em wisa difikirin ji bo ku pirsgirêkên ku em rû bi rû ne bên çareserkirin divê Yekîtiya Ewropayê bi vîzyoneke nû li mijarê binêre û em hêvî dikin ku di vê mijarê de Yekîtî vîzyona xwe diyar bike." 

Yildirim anî ser banga MPKEyê ya ji bo paşxistina hilbijartinan got, "Heke Konseya Ewropayê li karê xwe binêre dê baş be. Ne ew, dê Tirkiye hilbijartinê bike. Parlementoya Konseya Ewropayê şûna ku vê bibêje bila serokê terorîstan a ku ketiya xwîna bi sedan, hezaran mirovî neyne wir û nede axaftin. Konseya Ewropayê mirovekî ku dibêjinê Salih Muslum û hatiye tescîlkirin ku kujer e û di parlementoyê de da xeberdan û konsey bi vê kirinê ne xizmeta aştiyê, ne ya têkoşîna dijî terorê ne jî ya nirxên Ewropayê dike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin