PeyamaKurd – Hevpeymana Erebî ya ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, Projeya Rêveberiya Xweser li başûrê Yemenê ku pêr hatibû ragihandin, red kir.
Hevpeymana Erebî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew biryar wê bandoreke neyînî li ser şerê li hember Hûsiyên îranî bike, ji ber vê jî ew xweseriyê qebûl nakin.
Konseya Demkî ya Başûrê Yemenê ku Îmarat piştgiriya wê dike, bi sedema ku hikumet nikare erkê xwe pêk bîne, xweseriya xwe ragihandibû.
Konseya Demkî ya Başûrê Yemenê, 11ê Gulana 2017an li bajarê Edenê hatiye avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin