PeyamaKurd – Dewletên Awrûpayê yên ku kêmasiya gazê dikşînin, wê ji aliyê dewleta Norweçê de bên destekkirin. Li ser kêmasiya gazê Norweç hilberîna xwe zêde kir. Almanya piştî dewleta Rûsyayê xaza herî zêde ji Norweçê dikire. Norweç dixwaze ji mijara xazê de girêdana welatên Awrûpayê bi Rûsya re kêm bike.
Norweş % 30 zêdetirê pêdiviya xaza Almanyayê amade dike û ji bo îxracata xwe zêdetir bike, zorê dide şiyanên xwe. Norweç di 4 mehê ewilî yên sala 2022 an de 15 mîlyar m3 gazê daye Almanya û li gor heman wexta sala 2021 ê, îxracata xwe ya ji bo Almanya zêde kiriye.
Norweç ji bo gaza xwe îxrac bike 7 xet ava kiriye ku 3 xetên Norweçê yên gazê di nav axa Almanya de derbas dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin